Nucêfî mercên sunneyan ji bo piştevaniya Ebadî eşkere dike

Usama Nucêfî: Heger Ebadî girûpên çekdar yên şî'e ji desthelatê dûr bixe, emê piştevaniya wî bikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirî serokê Iraqê û yek ji meznên siyasetvanên erebên sunne Usama Nucêfî ragihand: "Heger Ebadî pêbendî sozên xwe be û girûpên çekdar yên şî'e ji desthelatê dûr bixe û hevsengiyê de pêwendiyên derve de biparêze, wê demê, emê jib o gereke din ya serokwezîriyê piştevaniya wî bikin."

Ajansa Reuters di hevdîtinekê de ji Usama Nucêfî pirsî gelo hûnê piştevaniya Heyder Ebadî bikin.? Di bersiva xwe de got: "Bêguman ew egereke nêzîk e. Lê ew yek heya niha yekalî nebûye, pêşî pêwîstiya me bi danûstandinan heye."

Nucêfî dibêje: "Pêwîst e li ser Ebadî rewşa xwe yekalî bike, ew ser bi hizba De'ewe ve ye ku gellekî nêzîkî Îranê ye û pêwendiyên wê yên bihêz li gel Taranê heye."

Navhatî got jî: "Pêwîst e Heyder Ebadî ji bin sîwana mezhebî dekeve û bikeve bin sîwana niştimanî de, heger vê yekê jî bike, wê ji aliyê navendên gelê Iraq ve, piştevaniyeke mezin bidest ve bîne."