Bi alîkariya Heşda Şeibî, hikûmeta Sûriyê bajarê Elbûkemal kontrol kir

Jêderên Rûsî: Çekdarên DAIŞê yên ku di nava Elbûkemal de bûn, ber bi rojhilatê çemê Furatê ve revyane.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ragihandina cengî ya hikûmeta Sûriyê belav kirye, ku hêzên hikûmetê li gel hevpeymanên xwe bajarê Elbûkemal bi temamî ji destê çekdarên DAIŞê derxistiye, ku wek dawîn bingeha DAIŞê li Sûryê mabû.

Li gorî hin ajansên Rûsî, di şerê kontrolkirina Elbûkemal de, milîsên Heşda Şeibî alîkariya hikûmetê kirine, û çekdarên DAIŞê yên ku di nava Elbûkemal de bûn, ber bi rojhilatê çemê Furatê ve revyane.

Bajarê Elbûkemal li ser sînorê Sûryê û Iraqê ye û ev pêşveçûna bilez ya hikûmeta Sûriyê, piştî wê yekê hat ku serokwezîrê Iraqê ferman da hêzên Iraqî ku li nav axa Sûriyê jî şerê DAIŞê bikin.