Berî kontrolkirina Elbûkemal, hevpeymana navdewletî derbasî wî bajarî bû
Hevpeymana navdewletî operasyoneke daxistina ezmanî li biyabana Elbûkemalê encam da, û nêzîkî 10 serkirdeyên DAIŞê li gel xwe bir.
K24 - Navenda Nûçeyan
Ajansên nêzîkî opozisyona Sûryê belav kirine, berî ku hêzên rejîma Sûryê derbasî Elbûkemal bibin bi çend demjimêran, hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê operasyoneke daxistina ezmanî li biyabana Elbûkemalê encam da, û nêzîkî 10 serkirdeyên DAIŞê li gel xwe bir.
Li gorî jêderên opozisyonê piştî wê bûyerê, hejmarek ji çekdarên DAIŞê bi otombêlên xwe û motoran ji wê navçeyê revyan, lê ji aliyê firokeyan ve hatin bordûmankirin.
Berî niha jî hevpeymana navdewletî operasyonên daxistina ezmanî li Dêra Zorê encam dabûn, lê derbarê van zanyariyan, hîn hevpeymanê bersiv bi fermî ne daye.