HSD: Rêjîm û DAIŞê ji bo Bokemalê jî lihev kirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, DAIŞ li Bokemalê li gor rêkeftineke nehênî bi rêjîma Sûriyê re bê şer bi paş ve vekişiye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, DAIŞ li Bokemalê li gor rêkeftineke nehênî bi rêjîma Sûriyê re bê şer bi paş ve vekişiye.
Di daxuyaniyekê ligel rojnameya “El-Şerq El-Ewset” Peyvderê HSDê Mistefa Balî got, vekişandina DAIŞê ji Bokemalê, beşek ji rêkeftina berê ya di navber rêjîma û DAIŞê de tê.
Li gor Balî, li gor rêkeftina di navebera rêjîma Sûriyê û Hizbulaha Libnanî bi DAIŞê de, DAIŞ navçeyên Qelemûn, Dêrezor û Meyadînê jî vala dike.
Li gor zanyariyên wê rojnameyê, çekdarên DAIŞ bê şerê li dijî rêjîma Sûriyê ji Bokemalê berve gundewarên Dêrezorê yên rojhilata vekişiyaye.
Di dawiya meha Tebaxa borî, rêjîma Sûriyê û Hizbulaha Libananî rêkeftinek ligel DAIŞê kiribûn ku çekdarên DAIŞê ji herêmên sînorê Libanê bo rojhilatê Sûriyê bêne veguhastin. Li gor berpirsên HSDê, vekişîna DAIŞê ji Bokemalê, berdewamiya wê rêkeftinê ye.
Berê jî mîlîşyayên Heşda Şeibî ragihandibû, ji bo hevkariya ligel rêjîma Sûriyê û Hizbulaha Libnanî di girtina bajarokê Bokemalê de, ew derbasî xaka Sûriyê bûne.