Hevpeymaniya Navdewletî: Ti zanyarî li ser Bexdadî nîn in

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, ti zanayriyeke wan derbarê cihê xelîfa DAIŞê Ebû Bekir Bedadî nîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, ti zanayriyeke wan derbarê cihê xelîfa DAIŞê Ebû Bekir Bedadî nîn e.

Tevî ragihandina kontrolkirina tevahiya bajarokê Bokemala Sûriyê, heta niha cihê Ebû Bekir Bexdadî nehatiye zanîn.

Bokemal dawî cihê mana çekdarên DAIŞê li Sûriyê bû, duh jî artêşa Sûriyê kontrol kiribû, lê Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêjin, ew Bokemal li gor rêkeftinê di navbera rêjîma Sûriyê û DAIŞê de hatiye.

Tevî Bokemal dawî bajarok e ji DAIŞê tê girtin, lê Hevpeymaniya Navdewletî ji Reuteres re ragihandibû, ti zanyariyên wê derbarê cihê Ebû Bekir Bexdadî nîn in.

Di dawiya meha Tebaxa borî, rêjîma Sûriyê û Hizbulaha Libananî rêkeftinek ligel DAIŞê kiribûn ku çekdarên DAIŞê ji herêmên sînorê Libnanê bo rojhilatê Sûriyê bêne veguhastin. Li gor berpirsên HSDê, vekişîna DAIŞê ji Bokemalê, berdewamiya wê rêkeftinê ye.