DAIŞê nîvê Bokemalê kontrol kir
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, duh çekdarên DAIŞê êrîşî ser bajarokê Bokemalê kirin û nîvê wî bajarokî ji kontrol kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, duh çekdarên DAIŞê êrîşî ser bajarokê Bokemalê kirin û nîvê wî bajarokî ji kontrol kirin.
Bokemal dawî cihê mana çekdarên DAIŞê li Sûriyê bû, di dawiya heteya borî de artêşa Sûriyê ew bajarok kontrol kiribû, lê Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêjin, ew Bokemal li gor rêkeftinê di navbera rêjîma Sûriyê û DAIŞê de hatiye.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, çekdarên DAIŞê karîn taxên bakur û bakurê rojhilatê Bokemalê kontrol bikin û heta niha şer di navbera wan û artêşa Sûriyê de berdewam e.
Ji aliyê xwe ve medyaya ser bi rêjîma Sûriyê li ser zarê jêderekî ragihandibû, eger heye Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî li Bokemalê be, lê ti hûrgilî li ser çarenivîsa Bexdadî nehat ragihandin.