Welatiyên Reqayê dibin qurbaniyên paşmayên DAIŞê
6 kesên sivîl bi sedema teqîna bombeyên çandî li bajarê Reqayê hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
6 kesên sivîl bi sedema teqîna bombeyên çandî li bajarê Reqayê hatin kuştin.
Ajanseke nêzîkî opozîsyona Sûriyê belav kiriye, di encama teqîna bombeyên vedayî ji paşmayên DAIŞê li çend taxan li bajarê Reqayê 6 welatiyên sivîl hatin kuştin û di nav wan de 2 zarok hene.
Ev yek di demekê de ye, berî niha Peyvdarê HSDê ragihandibû, piştî paqijkirina bajêr ji mîn û teqemeniyan dê rê bide xelkên bajêr vegerin malên xwe.
Herwiha ragihandibû, piştî paqijkirina taxa Meşleb ji paşmayên DAIŞê, bi sedan welatiyên bajarê Reqayê û bi taybet yên taxa Meşleb vegeriyane ser mal û milkên xwe.