Ebadî ziyanên Iraqê di şerê dijî DAIŞê de eşkere dike
Ebadî: Ziyanên Iraqê di şarê dijî DAIŞê de gihiştiye 100 milyar dolar
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro 11/11/2017an serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di kongireyekî rojnamevanî de li Kerbelayê ragihand: "Ziyanên Iraqê di şarê dijî DAIŞê de gihiştiye 100 milyar dolar, di demekeê de ku hîn jî hin kes hene bangeşeyê ji bo fitnê û tevliheviya taifî dikin."
Ebadî got: "Ew propagendeya di torên civakî de belav bûye, ji bo tirsandina xelkê û têkdana rewşê, dive bê rawestandin, ji ber ku hin kes hene hatine kirêkirin daku bangeşeyê ji bo fitna taifî bikin, lê ew nikarin dubendiyê çêbikin."
Navhatî got jî: "Me ferman daye dezgehên emnî û hewalgirî, daku cihên wan kesan eşkere bikin û wan desteser bikin, daku lêkolîn li gel wan bê kirin."