Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê: Amerîka ji bo berjewendiyên xwe DAIŞê diparêze

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand, proseya kontrolkirina bajarokê Bokemalê belgeya wê yekê aşkere kir, ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka piştevaniya rasterast pêşkêşî DAIŞê dike, ew jî ji bo bidestxistina berjewendiyên Amerîka li Rojhilata Navîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Sêşemê 14ê Mijdarê Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê hejmarek ji wêneyan belav kir, ku firokeyên bêfirokvan roja 9ê Mijdarê girtine, di wêneyan de karwaneke otombîlên çekdarên DAIŞê ya dirêj diyar dibin û ji bajarokê Bokemalê vedikişin û berve deriyê sînorî Wadî Sebhe ve diçin.

Di wê derbarê de, Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê di daxuyaniyê de dibêje: “Serkirdeyan artêşa Rûsya du caran pêşniyaza encamdana operasyoneke hevbeş dane Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka, ku li wê karwanê bidin, lê Amerîkiyan bi her awayekî bombebarankirina çekdarên DAIŞê red kirin, buhaneya wan jî ew bûye, ku eger e ew xweradest bikin û fermanên peymana Cenêvê yên girêdayî dîlên şer li ser wan disepînin.”