Artêşa Zimbabwê kudeta li ser serokê wî welatî dike
Artêşa Zimbabwê tekez kir, destê xwe danî ser desthilatên wî welatî ji bo êrîşkirina li ser tawanbarên li derdora serokê wî welatî Robert Mugabe. Aşkere kir jî, Mugabe û malbata wî sax in.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Zimbabwê tekez kir, destê xwe danî ser desthilatên wî welatî ji bo êrîşkirina li ser tawanbarên li derdora serokê wî welatî Robert Mugabe. Aşkere kir jî, Mugabe û malbata wî sax in.
Peyvdarê artêşa Zimbabwê di daxuyaniyeke televisyonî de ku niha di bin kontrolka wan de ye, ragihand, bi temambûna erkên diyarkirî, welat vedigere rewşa xwe asayî.
Piştî tometbarkirina artêşa Zimbabwê bi xiyanetiyê ji aliyê Partiya Niştimanî ya Efrîqî ya Zimbabweyî bi serokatiya Mugabe, leşkerên artêşê li Harara paytext belav bûn û avahiya televisyonê kontrol kirin.
Piştre jî, artêşê Wezîrê Darayî yê wî welatî Ignacius Chombo desteser kir, ku yek ji endamên partiya desthilatdar e ya ku hevjîna serokê Zimbabwê serokatiyê wê partiyê dike.
Piştî 24 demjimêran ji êrîşa Fermandarê Hêzên Çekdarên Zimbabwê Constantino Cheunga, otombîlên leşkerî li kolanên sereke yên Harara paytext tên dîtin.