Hikûmeta Iraqê yasay Heşda Şeibî rast dike

"Pêwîst e ew bend û movikên ku rê didin Heşda Şeibî bi tena serê xwe birayarê bidin, hemû bên guhertin û divê ji niha û pêve Heşda Şeibî li Bexdê vegere."

K24 - Navenda Nûçeyan

Serkirde di Îtîlafa Dewleta yasa de Casim Beyatî eşkere kir, ku hikûmeta Ebadî bi niyet e yasaya Heşda Şeib rast bike.

Beyatî di kongirekî rojnamevanî de got: "Hin movik di yasaya Heşda Şeibî de hene, bicîkirina wan zehmete, ji ber ku ew movikana di gellek biryaran de, rê li ber Heşda Şeibî vekirine, bêyî ku li Bexdayê vegere kar û tedbîran bike."

Beyatî tekez kir ku "Pêwîst e ew bend û movikên ku rê didin Heşda Şeibî bi tena serê xwe birayarê bidin, hemû bên guhertin û divê ji niha û pêve Heşda Şeibî fermanê ji fermandeyê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê werbigrin."

Li gorî jêderekî nêzîkî serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî: "Hikûmeta Iraqê pilanek ji bo şandina reşnivîsa rastkirina yasaya Heşda Şeibî ji bo Perlemana Iraqê amade kiriye".

Berî niha jî peyvdarê hevpeymana navdewletî li dijî DAIŞê Ryan Dillon ragihandibû, ku hîn hêvî li cem wan heye serokwezîrê Iraqê karibe milîsên ser bi Îranê ve li Iraqê kontrol bike. Lê heya niha serkirdatiya desteya Heşda Şeibî ti daxuyanî li ser van pêşveçûnan neda ye.