Firokeyên Rûsî ezmanê Iraq û Îran ji bo lêdana DAIŞê li Sûrya bikar anîn
6 firokeyên cengî yên wî welatî ji corê "Tu22m3" yên stiratîjî, bingeh û baregehên DAIŞê li bajarê El-Bûkemal yê ser bi parêzgeha Dêra Zorê ve bordûman kirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî daxuyaniyeke wezareta berevaniya Rûsya, 6 firokeyên cengî yên wî welatî ji corê "Tu22m3" yên stiratîjî, bingeh û baregehên DAIŞê li bajarê El-Bûkemal yê ser bi parêzgeha Dêra Zorê ve bordûman kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye, ew firokeyên Rûsî ezmanên Iraq û Îran ji bo wê mebestê bikar anîne û di encama wê bordûmanê de çendîn bingeh, otomobîl û amêrên serbazî yên DAIŞê hatin wêrankirin.
Wezareta berevaniya Rûsya tekez kir, êrîşên firokeyên wan serkeftî bûn û gellekî bi hûrî ermancên xwe bicî anîn.
Wezareta Rûsî diyar kir, ji bo parastin û çavdêrîkirina wan 6 firokeyan, hejmarek firokeyên din yên Rûsî ji corê "Su-30SM" ji firîngeha serbazî ya Himêmîm xwe gihandin ezmanê El-Bûkemal.