Ebadî tenê Barzanî wek xwediyê biryarê dibîne
"Bandora Mesûd Barzanî berdewam e û dikare kartên lîstikê bilivîne, lewra hîn jî çavê Ebadî li Barzanî ye û dixwaze helwesta zelal ya Barzanî bibîne."
K24 - Navenda Nûçeyan
Aliyên navxwe û yên derve, pêşwazî li daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, ku têde qebûl dike dadgeha federalî ya Iraqê maddeya yekê ya destûra Iraqê şirove bike, tevî ku ew daxuyanî destpêşxeriyeke baş bû ku riya çareseriyê xweş dike, lê hin jêdereke nêzîkî hikûmeta Iraqê dibêje: "Ebadî dixwaze helwesta Mesûd Barzanî bizanibe."
Wê jêderê ku nexwestiye nave xwe eşkere bike, ji rojnameya Şerq El-Ewset re gotiye: "Bandora Mesûd Barzanî berdewam e û dikare kartên lîstikê bilivîne, lewra hîn jî çavê Ebadî li Barzanî ye û dixwaze helwesta zelal ya Barzanî bibîne."
Jêderê got: "Ebadî baş zane ku Mesûd Barzanî lîstikvanekî serekî ye li Herêma Kurdistanê, heger di nav desthelatê de be yan li derveyî wê be û bicîhiştina postê serokatiyê tiştekî ji bandora wî li ser biryarên Kurdan li ser zemînê naguhere."
Ev yek di demekê de ye, berî niha Serok Mesûd Barzanî di yek ji dîdarên xwe de yên rojên derbasbûyî, bi zelal got: "Ez ji encamdana referandumê poşman nnebûme."
Di beramberî vê yekê de, Heyder Ebadî di dawîn kongirê rojnamevanî de got: "Tevî ku me sebra xwe jidest neda ye, lê em heya dawî ranawestin û emê tedbîrên pêwîst bistînin û em amade ne bi hemû awayekî alîkariyê bikin."