Rûsya wezîrê berevaniya Amerîka derewîn derdixe û doza dêkomêntan jê dike
Zakharova: Kengî Netewên Yekgirtî rê da ye Amerîka ku derbasî Sûriyê bibe.? Heger dêkomênt li cem Mattis hene bila eşkere bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdara wezareta derve a Rûsya Maria Zakharova di kongirekî rojnemevanî de got: "Bizavên Amerîka ji bo bihêzkirina cihên xwe li Sûriyê Mosko dilgiran dikin, herweha gotinên wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis ku dibêje: Amerîka bi erêkirina Netewên Yekgirtî derbasî Sûriyê bûye, cihê matmayinê ne, çawa ew bi erêkirina Netewên Yekgirtî derbasî Sûriyê bûne, kengî û kê ji wan re erê kir.? Heger dêkomênt li ber destê wî hene bila eşkere bike."
Herweha Zakharova got jî: "Tenê ji mafê encûmena ewlehiya navdewletî ye biryaran derbarê şandin yan bikaranîna hêzên serbazî bide, bi taybet ji bo pirsa Sûriyê."