Firakisyonên Kurdî civîna Perlemana Iraqê rawestandin

Tevahiya firakisyonên Kurdî di Perlemana Iraqê de, civîna Perleman baykkot kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro 16/11/2017an tevahiya firakisyonên Kurdî di Perlemana Iraqê de, civîna Perleman baykkot kirin.

Endamê Perlemana Iraqê ji firakisyona YNK Bextyar Şaweys ragihand: "Beşek ji perlemantarên Ereb dixwestin deng li ser pêkanîna komîta lêkolînê bidin, daku lêkolînê li gel perlemanterên Kurd bike ji ber ku beşdarî piroseya encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê bûne, lê firakisyonên Kurdî ew yek red kirin û ji civînê derketin, vê yekê hişt ku rêjeya yasayî ya civînê nemîne û di encamê de civîn hat paşxistin."