Dawî pêgeha DAIŞê li Iraqê hat kontrolkirin

Artêş û mîlîşyayên Iraqî nûçeya kontrolkirina tevahiya qezaya Rawe li rojavayê Iraqê ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêş û mîlîşyayên Iraqî nûçeya kontrolkirina tevahiya qezaya Rawe li rojavayê Iraqê ragihandin.

Li gor daxuyaniyeke artêşa Iraqê û mîlîşyayên Heşda Şeibî, îro dawî navçeyên di destê DAIŞê hate kontrolkirin û niha DAIŞ li ti cihekî Iraqê nemaye.

Li gor medyayên Iraqê, li qezaya Rawe DAIŞê ti bexwedanî pêşan neda û îro piştî destpêkirina operasyona kontrolkirina wî bajarokî, DAIŞ berve navçeyên sînorî û xaka Sûriyê vekişiyaye.

Şaneya Ragihandina Şer a Iraqê îro ragihand, hêzên wan ji bo kontolkirina Rawe çûne wî bajarokî û daxwaz ji welatiyan kir, ala spî li ser malên xwe bilind bikin. Herwiha daxwaz ji çekdarên DAIŞê jî kirin şer nekin û xwe radestî wan bikin.