Sadr bangewaza xwepêşandana ji bo hukimeta teknokrat kir
Sadr di Mizgefta dîrokî ya Necef, Mizgefta Kufe de ji alîgirên xwe re peyivî û diyarkir ku, hukimeta teknokrat dive derveyî partiyê siyasî û milişyatan be
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê tevgera Sadr Muqteda el Sadr, bangê piştgirên xwe kirk u hefteya bê de dest bi xwepêşandanan jib o dijberiya gendeliyê û pêkanîna hukimetek teknokrat bikin. Sadr xwest bi milyonan kes beşdarî di xwepêşandanan de bikin.
Sadr di Mizgefta dîrokî ya Necef, Mizgefta Kufe de ji alîgirên xwe re peyivî û diyarkir ku, hukimeta teknokrat dive derveyî partiyê siyasî û milişyatan be. Bangewaz jî kir, hemû aliyên Iraqê bi awayek ciddî liser vê pirsê rawestin.
Serokê tevgera Sadr diyarkir ku, dive projeyek jib o hukimeta teknokrat bê danîn, û jib o amadekirina vê projeyê wekî demên berê bi milyonan kes dive beşdariyê di xwepêşandanan de bikin.