Vetoya Rûsyayê lêkolîna “Bikaranîna kîmawî” bidawî kir
Rûsyayê ji careke din Veto li dijî projebiryareke taybet bi bikaranîna çekê kîmawî li Sûriyê li Encûmena Asayişa Navdewletî bikar anî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsyayê ji careke din Veto li dijî projebiryareke taybet bi bikaranîna çekê kîmawî li Sûriyê li Encûmena Asayişa Navdewletî bikar anî.
Japonyayê projebiryarek ji bo dirêjkirina dema karê tîma lêkolînên derbarê bikaranîna çekê kîmawî li Sûriyê ji bo meheke din dariştibû û pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kir, lê Rûsyayê Vêto li dijî wê projebiryarê bikar anî.
Di dengdana serê sibha îro de, 12 welatan deng dan projebiryara Japonyayê, lê Rûsye û Bolîviya li dijî seknîn, Çînê deng neda.
Pêncşema bûrî jî, Rûsyayê Veto li dijî projebiryara Amerîka ya ji bo dirêjkirina demê tîma lêkolînan ji bo salekê bikar anîbû, ku li gor projebiryara Amerîkî, rêjîma Sûriyê gaza Sarînê ya qedexekirî di êrîşa 4ê Nîsana bûrî li ser Xan Şêxonê bikar aniye.
Balyoza Amerîka di Netewên Yekgirtî de Nikki Haley li ser bikaranîna Rûsyayê careke ji karta Vetoyê re got: “Rûsya dema me vala dide.”
Roja 4 Nîsana bûrî, gundê Xan Şêxon û hin deverine din ji Idlibê bi çekê kîmawî (Gaza Sarîn û Klorê) hate bombebarankirin. Di encamê de bêhtir ji 100 kesî canê xwe jidest dan û bêhrir ji 400 kesên din jî birîndar û tûşî bihntengiyê bûbûn.
ji destpêka krîza Sûriyê ve di sala 2011an de û heta niha, Rûsyayê 11emîn Veto li dijî projebiryarên Encûmena Asayişa Navdewletî yên derbarê Sûriyê de bikar tîne.
Erkê tîma hevbeş a Netewên Yekgirtî û Rêxistina Qedexekirina Çekê Kîmawî ji lêkolîna bikaranîna çekê kîmawî li Sûriyê, duh bidawî bû.