Elawî deynên li Iraqê eşkere dike

Elawî: Tevî ew serwet û samana gellekî mezin ya li Iraqê heye, lê niha deynên li Iraqê 133 milyar Dolar derbas kirine.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê serokê Iraqê Iyad Elawî got: Tevî ew serwet û samana gellekî mezin ya li Iraqê heye, lê niha deynên li Iraqê 133 milyar Dolar derbas kirine.

Derbarê hilbijartinên Iraqê Elawî  tekez kir, heger hilbijartinên dahatî bê sextekarî werin encamdan, wê guhertinên gellekî mezin çêbibin û got jî: Em hemû destwerdanên derve di hilbijartinan de red dikin.

Li ser pirsa xwestekên xelkê Iraqê, Elawî got: Welatiyên iraqî dewleteke niştimanî xwediya serweriya yasayî dixwaze û dewleta ku bi îdareyeke tayifî mezhebî tê birêvebirin red dikin.