Keneda erkên xwe li Iraqê bidawî anî

Keneda: Di dema ku hêzên me li Iraqê bûn, firokeyên me 850 êrîşên ezmanî encam dane.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta berevaniya Keneda di daxuyaniyekê de ragihand: "Piştî bêtirî sê salan ji çavdêrî û encamdana êrîşên ezmanî di çarçoveya hevpeymana navdewletî de ya dijî DAIŞê, erkên hêzên me yên ezmanî li nav axa Iraqê bidawî hat."

Di daxuyaniyê de hatiye: "Di dema ku hêzên me li Iraqê bûn, firokeyên me 850 êrîşên ezmanî encam dane û bi awayekî berfireh û rasterê bi riya pêdana zanyariyan, çavdêrî û pêdaçûnê, me beşdarî di şikandina DAIŞê de kir."

Keneda yek ji wan welatan bû, ku di dema sê salên derbasbûyî de, roleke baş di çarçoveya hevpeymana navdewletî de ya li dijî DAIŞê li Iraqê lîst, herweha çendîn şêwirmendên serbazî yên wî welatî bi erkê rahênana hêzên Pêşmergên Kurdistanê û hêzên Iraqî rabûn.