Heşdî Şeibî êrîşî Hizba Islamî ya Iraqî dike
Hizba Islamî ya Iraqî: Pêwîst e piştî bidawîhatina şerê dijî DAIŞê pêdaçûn ji pêkhateya Heşda Şeibî re bêkirin û ew mîlîşya bê rêxistin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Çekdarên Heşda Şeibî li dijî daxuyaniyên emîndarê Hizba Islamî ya Iraqî derket, ku daxwaz kiribû, piştî şerê li dijî DAIŞê pêdaçûn ji pêkhateya Heşdê re bêkirin.
Emîndarê Hizba Islamî ya Iraqê Iyad Samerayî ragihandibû, pêwîst e piştî bidawîhatina şerê dijî DAIŞê pêdaçûn ji pêkhateya Heşda Şeibî re bêkirin û ew mîlîşya bê rêxistin.
Di beramber de Me'în Kazimî ragihand, Hizba Islamî ya Iraq û hevmînakên wê bibin ketine û tişt li cem wan nema ye, lewra ew li dijî Heşda Şeibî radiwestin.
Heşda Şeibî ji nêzîkî 70 girûp û milîsên şî'e yên çekdar pêk tê, ku di sala 2014an de li ser fetwayekê ji lêvegera şî'eyên Iraq li Necefê Elî Sîstanî hat damezirnadin.