Wezîrekî Iraqî: Hin teqînên DAIŞê bi haydariya me çêdibûn

Wezîrê navxwe yê Iraqê: Hin ji kiryarên terorîstî yên DAIŞê û teqînên wê girûpê di nav bajarên Iraqê de bi haydariya dezgehên hewalgiriya Iraqê çêdibûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê navxwe yê Iraqê, Qasim Eirecî ji bo yekemcar eşkere kir, ku hin ji kiryarên terorîstî yên DAIŞê û teqînên wê girûpê di nav bajarên Iraqê de bi haydariya dezgehên hewalgiriya Iraqê çêdibûn.

Eirecî got: Em karîbûn derbasî nav rêzên şaneyên raketî yên DAIŞê bibin û me bizav kir bi riya wê yekê rê li ber kiryarên terorîstî yên wê girûpê bigrin.

Rojnameya The Independent ya Birîtanî li ser zimanê wezîrê navxwe yê Iraqê belav kiriye: "Hêzên emnî yên Iraqê bi zanebûn rê didan çekdarên DAIŞê daku hin teqînan û kiryarên terorîstî encam biden, armanca wê yekê jî ew bû, ku hêzên emnî yên Iraqê parastina canê wan sîxuran bike ku di nav rêzên DAIŞê de çandibû."

Herweha wan rê dida DAIŞê ku hin kiryar encam bide, daku gumana wê girûpê li ser wan sîxuran çênebe.

Wezêrê navxwe yê Iraqê mikur hat, ku hin caran, aliyên emnî yên Iraqê pereyê wan otombêlan jî didan ku ji aliyê DAIŞê ve dihatin mînkirin û li ser xerciya hikûmetê ji bo teqandinê dihatin amadekirin.

Jêder: Ajansa Sputink ya Rûsî