Xîlafet rûxiya, lê xelîfe ne diyar e

Berpirsên pilebilind ên Iraqê ji piştî kontrolkirina navçeyên rojavayê Enbarê (Ene, Qaim, Rawe) di warê leşkerî de serkeftina bi ser DAIŞê de ragihandin û bi gotina wan berpirsan, DAIŞ di warê leşkerî de bidawî hatiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsên pilebilind ên Iraqê ji piştî kontrolkirina navçeyên rojavayê Enbarê (Ene, Qaim, Rawe) di warê leşkerî de serkeftina bi ser DAIŞê de ragihandin û bi gotina wan berpirsan, DAIŞ di warê leşkerî de bidawî hatiye.

Fermandarê Feyleqa Qudis a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî ku ji sê salan ve li derveyî Îranê şerê DAIŞê dike, di nameyekê de mizgîniya bidawîhatina DAIŞê ji rêberê welatê xwe re ragihand.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî heman axaftina kir. Herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bidawîhatina DAIŞê ragihand. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civîna ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed de got: “Piştî bidawîbûna terorê, niha dema aktîvkirina pirsa siyasî û çareserkirina krîza Sûriyê ye.”

Berî du rojan ji bajarokê Bokemal ê stratejîk li sînorê Sûriye û Iraqê ji aliyê hêzên artêşa Sûriyê û supaya Pasdaran û mîlîşyayên Şîe yên ser bi Îranê ve hate kontrolkirin û ew yek wek mirina DAIŞê li ser erdê hate ragihandin.

Lê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka, ku bihêztirîn hevpeymanî wî şerî bû, heta niha amaje bidawîhatina wê rêxistinê nekiriye û çarenivîsa paşmaya çekdarên DAIŞê zelal nekiriye.

Di nava vê yekê de, rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî yê di sala 2014an de rûbereke berefereh ji Iraq û Sûriyê dagîr kiribû û xwe wek “Xelîfeya Mislimanan” ragihandibû û di roja 4 Tîrmeha 2014an ji bo cara yekem û dawiyê li mizgefta Nûrî ya Mûsilê derketibû û bi dehan car nûçeya kuştin û birîndarbûna wî hatibû belavkirin, heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.