Hersê serokên Rûsya, Tirkiyê Îran ji bo kirîza Sûryê li Sochi dicivin
Wê civîn li ser dîtina çareyeke siyasî ji kirîza Sûryê re raweste, ku di biryara encûmena ewlehiyê ya jimare 2254 de hatiye behskirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Biryar e îro civîna Her yek ji serokê Rûsya Vladimer Putin, serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî derbarê kirîza Sûriyê li Sochi bê lidarxistin.
Li gorî koçka serokatiya Tirkiyê, mijarên wê civînê, gotûbêjkirina rewşa navçeyên kêmkirina şer û rûbrûbûna terorê, gihandina alîkariyên mirovî û dîtina çareyeke siyasî ye ji kirîza Sûryê re, ku di biryara encûmena ewlehiyê ya jimare 2254 de hatiye behskirin.