Artêşa Sûriyê bajarokê Quriye û Sibêxan li Dêra Zorê kontrol kir
Duh jî artêşa Sûryê bi piştevaniya firokeyên Rûsî gundê Diwêr yê ser bi bajarê El-Bûkemal ve û zeviyê El-Werd yê petrolê li rojhilatê Dêra Zorê kontrol kir.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezareta berevaniya Rûsya ragihand, ku hêzên hikûmeta Sûryê bi serperiştiya şêwirmendên serbazî yên Rûsî, piştî şerekî giran li dijê çekdarên DAIŞê, karîn dest li ser bajarokê Quriye û Sibêxan li rojhilatê bajarê Dêra Zorê deynin.
Duh jî artêşa Sûryê bi piştevaniya firokeyên Rûsî gundê Diwêr yê ser bi bajarê El-Bûkemal ve û zeviyê El-Werd yê petrolê li rojhilatê Dêra Zorê kontrol kir.