Li Misrê êrîşeke çekdarî: 184 kuştî
Ajansa fermî ya Mîsrê ragihand, di êrîşeke tundrewên Îslamî de li ser mizgeftekê li bakurê Sînayê de ku alîgirên hêzên ewlehiyê lê nimêj dikirin, bi dehan kes bûn qurbanî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa fermî ya Mîsrê ragihand, di êrîşeke tundrewên Îslamî de li ser mizgeftekê li bakurê Sînayê de ku alîgirên hêzên ewlehiyê lê nimêj dikirin, bi dehan kes bûn qurbanî.
Telefisyona Misrî ragihand, di êrîşa terorî ya li bakurê Sînayê de, 184 kesan canê xwe jidest dan û tê pêşbînîkirin ew hejmar zêde bibe û zêdetirî ji 120 kesan birîndar bûn.
Êrîş destpêkê bi teqîna bombeyekê bû, piştre jî çekdarên tundrew bi 4 otmbîlan mizgeft dorpêç kirin û gule bi ser nimêjkaran de barandin.
Ji çend salan ve, grûpên tundrewan li bakurê Sînayê êrîşî ser hêzên ewlehiya Mîsrê dikin û ta niha bi sedan kes hatine kuştin.