Jinên Diyarbekirî êdî berhemên xwe ji bo jinên Ewropayê çê dikin
Berhemên ku ji destên jinan tên çêkirin, bi taybetî bala jinên Ewropayê dikişînin û bi rêya sparişan gelek berhem ji destên jinên Diyarbekirê ber bi welatên biyanî ve tên şandin.
K24 – Diyarbekir
Weqfa Kamerê ya ku li 23 bajarên bakûr û Tirkiyeyê xebatên pêşketina jinan bi rê ve dibe, bi şaxa xwe ya Diyarbekirê jî 10 sal in ji bo jinên bermalî bûye wekî deriyekî debarê. Berhemên ku ji destên jinan tên çêkirin, bi taybetî bala jinên Ewropayê dikişînin û bi rêya sparişan gelek berhem ji destên jinên Diyarbekirê ber bi welatên biyanî ve tên şandin.
Weqfa Kamerê li 23 bajarên bakûr û Tirkiyeyê rê li ber jinên bermalî vedike. Gelek jinên bermalî ku heta niha di karekî de nexebitîne, li vê derê hem hînî tiştên nû dibin hem jî ji bo tiştên ku çêdikin, demildest heqdestê xwe digirin û tevkariyê li aboriya mala xwe dikin. Sebahat Beskîsîz koordînatora rahijmendiyê ya Kamerê ye û dibêje; di nav şaxên weqfê de bi taybetî jinên bakûr û Diyarbekirê eleqeyê nîşanî xebatên pêşketinê didin.
Sebahat Beskîsîz ji K24ê re got: "Zincîra Muzexaneyan a Momoyê pêşbaziyek li dar xistibû û em jî bi çend berhemên xwe tevlî wê pêşbaziyê bûbûn. Em di pêşbaziyê de bi ser ketin û me 2 salan ji bo Emerîkayê berhem çêkirin. Ango berhemên me hem li bazara navxweyî hem li bazara derve balê dikişînin."
Ev tayîkên ku di refan de hatine rêzkirin, hemû ji bajarên cuda yên Ewropayê digel modelên ku hatine xêzkirin ji bo van jinan tên şandin. Ew jî modelên ku ji wan tên xwestin çêdikin û li gorî ked û dema ku ew model tê amadekirin, heqdestê xwe digirin. Ji bilî berhemên destan, li vê weqfê çêkirina xwarinê jî yek ji deriyê debarê ye. Bîrgul Cenan 10 sal in ku li Kamerê nanpêj e û dibêje; heger jinek bixwaze, dikare bi dest û tiliyên xwe debara mala xwe bike.
Aşpêj Bîrgul Cenan dibêje jî: "Her jin serkeftî ye û her jin dikare tiştê ku bixwaze, bi dest bixe. Bi rastî ji ber ku ez dixebitim, ez gelek kêfxweş im û banga min li hemû jinên bermalî ye ku ew jî bixebitin."
Li gorî rêveberên weqfê radigihînin; berhemên ku di serdemên berê de bûne wekî sembola bajaran û di salên dawîn de bi wendabûnê re rû bir û mane; ji nû ve çêdikin û ev berhem li bazarên navxweyî û derveyî welêt belav dibin. Jinên ku li vê derê li hev dicivin, hem bi keda destên xwe debara xwe dikin hem jî di warê parastina mafên jinan û xebatên geşepêdanê de tên bipêşxistin.