Dîndar Zêbarî: Tawanên DAIŞê bê ceza mane
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî amarên nû yên qurbanî, winda û gorên bikom ên jenosîda Êzidiyan aşkere kirin û tekezî li ser parastina belgeyên tawanên DAIŞê kir. Herwiha daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku çarçoveya yasayî ji bo dadgehkirina tawanbaran li ser tawanên navdewletî dabîn bike, proseya nasîna terman û qerebûkirina rizgarbûyan temam bike û Rêkeftina Şingalê jî cîbicî bike.
Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî îro 14ê Mijdara 2026an, ji Kurdistan24ê re ragihand, di 3ê Tebaxa 2014an de û piştî êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel rûbirûbûna leşkerî û mirovî, dest bi proseyeke sazûmanî kir ji bo tomarkirin û belgekirina tawanan, da ku rastî bên parastin û di dadgehkirinan de bên bikaranîn.
Dîndar Zêbarî amaje bi wê yekê kir ku li gorî amarên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nêzîkî 5.000 welatiyên Êzidî hatine kuştin û 6.417 kes hatine revandin, ku ji wan 3.548 mêr û 2.869 jin û keç bûn; herwiha heta niha 3.595 kes hatine rizgarkirin û çarenivîsa 2.526 kesan jî nediyar e. Zêbarî da zanîn jî ku erkê wan ne tenê tomarkirina hejmaran e, belkî gihiştina rastiyê, diyarkirina çarenivîsa windayan û dabînkirina dadperweriyê ye.
Derbarê gorên bikom de, Zêbarî aşkere kir ku 93 gorên bikom û takekesî li Şingalê û derdora wê hatine dîtin û 296 term hatine derxistin, nasîn û bo malbatên wan hatine vegerandin. Li gorî raporeke Rêxistina Yezda ya sala 2025an, zêdetirî 95 gorên bikom hatine tomarkirin, 74 gor hatine vedan, 297 kes bi fermî hatine nasîn û 437 term jî li taqîgehên bijîşkiya dadwerî li Bexdayê li benda nasînê bûn. Ji bo temamkirina vî karî jî, daxwaz ji hikûmeta Iraqê hatiye kirin ku budce, pispor, taqîgehên pêşketî û rêkarên wergirtina nimûneyên DNAyê ji malbatan dabîn bike, bi taybetî ji bo wan malbatên ku li derveyî Iraqê dijîn.
Hevkariya ligel UNITADê û valahiya yasayî li Iraqê
Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî behsa hevkariya xwe ya ligel Tîma Lêkolînê ya Neteweyên Yekgirtî bo Tawanên DAIŞê (UNITAD) kir û diyar kir, di 11ê Tîrmeha 2024an de 45.95 gîgabayt û di 25ê Tebaxa 2024an de jî 11.9 gîgabayt belge û nirxandinên yasayî bo Herêma Kurdistanê hatine veguhastin, ku bi tevahî gihîştiye 57.85 gîgabaytan.
Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya di 16ê Îlona 2024an de, tîma UNITADê di dema karê xwe de 19 raporên lêkolînê amade kirine, 68 gorên bikom bi hevkariya Iraqê vedane, 20 milyon belgenameyên kaxezî kirine dîjîtal û nêzîkî 300 daxwazên alîkariyê ji 21 dewletan wergirtine; herwiha herî kêm 18 dosye gihîştine qonaxa tometbarkirinê û herî kêm 15 dosye jî bi biryara cezakirinê bi dawî bûne. Zêbarî tekez kir ku bidawîhatina erkê UNITADê di 17ê Îlona 2024an de nayê wateya bidawîhatina berpirsiyariya Iraqê û divê Bexda rêkarên yasayî û teknîkî ji bo bikaranîna wan tomaran di dadgehan de dabîn bike.
Ji aliyê yasayî ve, Dîndar Zêbarî rexne li wê yekê girt ku li Iraqê tawanbarên DAIŞê tenê bi tometa endamtiya di komeke terorîstî de hatine dadgehkirin û li gorî rapora Neteweyên Yekgirtî heta sala 2025an tu dadgehkirineke navxweyî ya taybet bi tundûtîjiya seksî ya DAIŞê nehatiye kirin. Herçend heta Gulana 2025an ji aliyê Iraqê ve 2.991 dosye hatine tomarkirin, 3.290 gilîker hatine navnivîsandin, 3.090 winda hatine tomarkirin (1.222 jin û 1.868 mêr), 2.848 qurbaniyan piştgiriya derûnî wergirtiye û di sala 2024an de 39 biryarên dadwerî derketine, lê ew daxwaz dike ku yasayeke zelal ji bo jenosîd, tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê bê dabînkirin.
Mafên rizgarbûyan û Rêkeftina Şingalê
Derbarê maf û qerebûkirinê de, Zêbarî da zanîn ku heta 31ê Cotmeha 2025an nêzîkî 2.600 daxwaz di çarçoveya Yasaya Hejmar 8 a sala 2021ê ya Qurbaniyên Êzidî de hatine pesendkirin, ku ji wan 1.341 daxwaz taybet in bi jin û keçên rizgarbûyî yên tundûtîjiya seksî; di heman demê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji Tebaxa 2024an ve mehane nêzîkî 100 dolarî dide rizgarbûyan.
Li ser Rêkeftina Şingalê jî, Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî got ku ew rêkeftina di 9ê Cotmeha 2020an de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin, wekî pêwîst nehatiye cîbicîkirin; çimkî li gorî raporeke Rêxistina Yezda ya sala 2025an, herî kêm 11 grûpên çekdar li derveyî desthilata fermî ya dewletê li Şingalê hene û nebûna xizmetguzariyan jî rêgir e li pêşiya vegera awareyan.
Di dawiyê de pênc daxwazên sereke arasteyî Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî hatin kirin bo parastina tomargeha UNITADê, berdewamiya vedana goran û pişkinîna DNAyê, piştgiriya yasayî li Iraqê, çavdêriya yasaya qurbaniyan û nûjenkirina Şingalê, da ku dadperwerî tenê bi danpêdanê raneweste û bi cezakirin û qerebûkirinê temam bibe.
Rêxistina terorîstî ya DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî qezaya Şingalê kir û li dijî Kurdên Êzidî komkujî pêk anî, ku ji ber wê zêdetirî 400 hezar kes aware bûn. Paşê di 13ê Mijdara 2015an de, hêzên Pêşmerge bi fermandariya rasterast a Serok Barzanî û bi beşdariya zêdetirî 7.000 Pêşmergeyan û bexşîna bi sedan şehîdan, Şingal ji destê DAIŞê rizgar kir.