Fermandarekî pilebilind ê Heşda Şeibî hate kuştin

Şaneya ragihandina şer a ser bi mîlîşyayên Heşda Şeibî ragihand, yek ji fermandarên pilebilind ên wê grûpê li sêkoçeya beyabana rojavayê Iraqê hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şaneya ragihandina şer a ser bi mîlîşyayên Heşda Şeibî ragihand, yek ji fermandarên pilebilind ên wê grûpê li sêkoçeya beyabana rojavayê Iraqê hate kuştin.

Heşda Şeibî ku ji aliyê Îranê ve tê piştevanîkirin li malpera xwe belav kir, berpirsê tîma endezyariya leşkerî Ehmed Emîr Mihdî di erkekî leşkerî de li beyabana rojavayê Iraqê hate kuştin.

Heşda Şeibî ji bilî nûçeya kuştina wî fermandarî, ti hûrgiliyên derbarê çawaniya kuştina wî de belav nekiriye.

Tevî ti navçeyek li Iraqê di destê DAIŞê de nemaye, niha hêzên Iraqî û Heşda Şeibî li navçeyên Cezîre ya dikeve di navbera her sê parêzgehan Enbar, Neynewa û Selahdîn dest bi hilmetekê kirine.