Bexda: Pirsgirêkên ligel Hewlêrê bi guftûgoyê çareser dikin
Emîndarê Giştî yê Encûmena Wezîrên Iraqê ragihand, hikûmeta Iraqê tevahiya pirsgirên ligel Herêma Kurdistanê li gor destûrê çareser dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Emîndarê Giştî yê Encûmena Wezîrên Iraqê ragihand, hikûmeta Iraqê tevahiya pirsgirên ligel Herêma Kurdistanê li gor destûrê çareser dike.
Emîndarê Giştî yê Encûmena Wezîrên Iraqê Mihdî Elaq ji rojnameya “Sebah” re ragihand, Serokwezîrê Iraqê dixwaze dûrî bijardeya leşkerî û bi riya guftûgoyeke vekirî pirsgirêkan ligel Herêma Kurdistanê çareser bike.
Elaq tekez kir, divê destûr û yasa bibin xalên yekalîker ji çareserkirina pirsgirêkan re û bi taybet jî ji navçeyên ku cihê nakokiyên ne re.
Ev yek di demekê de ye, berê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadehiya xwe ji bo guftûgoya di çarçova destûrê de ragihandibû, bi armanca bidawîanîna pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.