Opozîsyon: Rêjîm diçe Sochi, lê çareseriya siyasî qebûl nake

Hevpeymaniya Niştîmanî ya opozîsyona Sûriyê dibêje, rêjîma Sûriyê di kongirê Sochiyê de amade dibe, lê baweriya wê bi çareseriya siyasî nîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Niştîmanî ya opozîsyona Sûriyê dibêje, rêjîma Sûriyê di kongirê Sochiyê de amade dibe, lê baweriya wê bi çareseriya siyasî nîn e.

Endamê Desteya Siyasî di Hevpeymaniya Niştîmanî ya opozîsyonê de Yasir Ferhan ji ajanseke nêzîkî opozîsyonê re ragihand, rêjîma Sûriyê dixwaze kongirê danûstandinên niştîmanî li Sochiyê amede bibe, da ku tenê xapandinê bike.

Yasir Ferhan got jî, Rûsya gelek hewl dane ji bo razîkirina opozîsyona bi çareyên siyasî li Sûriyê, lê ew ne di wê baweriyê de ye ku rêjîm vê çareyê qebûl bike.

Çarşema bûrî 22ê Mijdarê serokê hersê welatan Rûsya, Tirkiyê û Îran derbarê rewşa Sûriyê de li Sochiya Rûsyayê civiyabûn.