39emîn salvegera damezrandina PKKê
39emîn salvegera damezrandina PKKê
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro 27ê Mijdarê salvegera damezirandina 39 mîn a PKKyê ye. PKK piştî ava bû li navçeya Dihê ya Sêrtê di sala 1984an de dest bi şerê çekdariyê kir û ev şer 33 sal in berdewam dike.
Şer di salên notî de dijwar bûbû. Serokomarê wê demê Turgut Ozal bi riya Celal Talabanî daxwaza ragihandina agirbestê ji Serokê PKKyê Abdullah Ocalanî kir. Ocalan jî di Newroza 1993an de agirbestê ragihand.
Lê bi mirina Ozal û kuştina 33 leşkerên bêçek agirbest têk çû. Bi kuştina leşkeran Fermandarê Navdar ê PKKyê Şemdîn Sakik hate tohmetbarkirin lê wî vê tohmetê red kir.
Di sala 1999an de jî PKK şokek derbas kir. Êdî Ocalan hatibû girtin. Ocalan di mehkemeya xwe de lêborîn xwest û got ew dê ji bo aşitiyê xizmeta Dewleta Tirkiyeyê bike û banga ragihandina agirbestê û vekişandina gerîlayan kir.
PKK jî banga Ocalanî qebûl kir û agirbestek yekalî ragihand. Lê ev pêvajo jî 5 sal berdewam kir. Di sala 2004an de PKK bi hinceta ko dewlet gavan navêje dawî li agirbestê anî û careke din dest bi şerî kir.
Di sala 2005an de Erdogan dema Serokwezîr bû li Diyarbekirê axaftinek dîrokî kir û got “pirsa kurdî heye û pirsa min e” Ev axaftin ji bo destpêkirina pêvajoya aşitiyê ya sala 2009an gava yekemîn bû. Di heman salê de Rêveberên MÎTê û rêveberên PKKyê li Osloyê hevdîtinan dikirin. Lê di sala 2011an dengên tomarkirî yên hevdîtinên Osloyê belav bûn û Erdogan jî bi vê hincetê dawî li danûstandinan anî.
Di sala di 2013an de jî Ahmet Tûrk serdana Ocalanî kir û pêvajoya çareseriyê cihê xwe yê mayî ve berdewam kir. Di newroza heman salê de jî Ocalan got ew di çarçoveya Mîsak-Mîllî de cûreyekê kûr ya Şerê Rizgariya Komara Tirkiyeyê dijîn û careke din bang li PKKyê kir ko hêzên xwe ji nav sînorên Tirkiyeyê dêrxe. Li ser vê bangê PKK agirbesta xwe ya 8 mîn ragihand û vekişandina hêzan qebûl kir.
Êdî pêvajoya aşitiyê bi ked û navbeynkariya Serok Barzanî jî gihiştibû asteke bilind. Di vê çarçoveyê de Serok Barzanî serdana Diyarbekirê kir û peyamên piştgirî û berdewamiya pêvajoyê da.
Di Newroza 2015an de jî Rêberê PKKyê diyar kir ko êdî dema şerê çekdariyê bidawî hatiye û divê PKK Kongreya Çekdanînê lidar bixe. Lê PKK bi hinceta ko Tirkiye pabendê rêgezên pêvajoyê nabe û gav navêje daxwazên Ocalanî pêk neanî. Jixwe Erdogan jî Rêkeftina Dolmabahçeyê nas nekiribû.
Piştre li Pirsûsê teqînek rû da 34 kesên dixwestin hevkariya Kobaniyê bikin canê xwe ji dest dan. Li Serêkaniya Rihayê jî 2 polîs hatin kuştin û pêvajoya aşitiyê jinişkave têk çû.
Di derbarê bîlançoya 33 salan de heta niha ji aliyên şerî ve amarek zelal û bêalî nehatiye belav kirin. Lê ji xeynî ragihandina amarên sar yên aliyan encamên vî şerî gelek zêdetir û dijwartir e.