Cotkarên Kerkûk û Iraqê li dijî kêmkirina nirxê genim xwenîşandan kir
Navenda Nûçeyan (K24) Biryara kêmkirina nirxê kirîna genim bû sedema nerazîbûneke tund di nav cotkarên parêzgeha Kerkûkê û Iraqê de; hevdem hejmareke cotkaran li Meydana Tehrîrê ya bajarê Bexdayê xwenîşandanek li dar xist.
Krîza genim li Iraqê mezin dibe; piştî ku Bexdayê nirxê genimê cotkarên derveyî planê ji bo 500 hezar dînaran kêm kir, cotkarên Kerkûkê bi piştgiriya xwenîşanderên Tehrîrê hişyariyê didin ku ev biryar dê çandiniyê li deverê hilweşîne.
Li gorî biryareke nû ya hikûmeta Iraqê, nirxê genim hat guhertin. Ew cotkarên ku navên wan di "Plana Çandiniyê" de hatine tomarkirina pêştir ji bo her toneke genim 850 hezar dînar werdigirtin, lê niha ev pere ji bo 700 hezar dînaran hatiye kêmkirin. Herwiha ew cotkarên ku navên wan di wê planê de tune ne, dê di berdêla her toneke genim de tenê 500 hezar dînaran werbigirin.
Yek ji cotkarên parêzgeha Kerkûkê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Em wek cotkarên parêzgeha Kerkûkê û deverên Madeya 140ê li derveyî plana çandiniyê ne. Ev yek dibe sedem ku hikûmet ji bo her toneke genim tenê 500 hezar dînaran bide me." Herwiha got: "Ev pere pir kêm e, ziyaneke mezin dighîne me û me neçar dike ku em dev ji karê çandiniyê berdin."
Wî cotkarî bang li nûnerên Kurd ên di hikûmet û parlamentoyên Iraqê de kir ku rêyê li ber bicihanîna vê biryarê bigirin û nehêlin careke din mafê cotkarên Kurd li Iraqê winda bibe.
Cotkar tekez dikin ku kêmkirina nirxê genim dê bibe sedema sistbûna sektora çandiniyê û kêmkirina berhemê genim di salên bê de, lewma daxwaz dikin ku hikûmet ji vê biryara xwe paşde vegere.
Cotkarên deverê girêdayî Madeya 140ê, bi taybetî yên Kerkûkê, her sal rûbirûyî pirsgirêka "Plana Çandiniyê" dibin. Ji ber ku gelek zeviyên wan di bin duberekiyên qanûnî de ne, hikûmeta federal wan naxîne nav plana fermî ya piştgiriyê. Ev biryar cotkarên Kurd li van deveran dixe bin barê giran ê aborî.