Rûsya dixwaze hêzên parastina aştiyê li Sûriyê belav bike
Mosko li gel Şamê pirojeya belavkirina hêzên parastina aştiyê li deverên kêmkirina şer li Sûriyê gotûbêj kiriye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî jêderekî ji wezareta derve ya Rûsyê, Mosko li gel Şamê pirojeya belavkirina hêzên parastina aştiyê li deverên kêmkirina şer li Sûriyê gotûbêj kiriye.
Wî jêderê Rûsî diyar kir, ku ew piroje nayê bicîkirin heya hikûmeta Sûriyê erê neke.
Di civînên Astana 6 de, aliyên têde beşdar, biryara belavkirina xalên çavdêriyê li deverên kêmkirina şer dane û heya niha tenê 4 deverên kêmkirina şer li her yek ji Idlibê, Xûta Rojhilat, başûrê Sûriyê û bakur Himsê hatine pêkanîn.