Firensa li ser pêkanîna şandeke yekgirtî ji opozisyona Sûryê dilxweş e
Firensa: Pêkanîna şandeke yekgirtî ji opozisyona Sûriyê re, wê rewşeke baş ji bo pêşxistina danûstandinên Cinêvê dirust bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezareta derve ya Firensa di daxuyaniyekê de ragihand, pêkanîna şandeke yekgirtî ji opozisyona Sûriyê re, wê rewşeke baş ji bo pêşxistina danûstandinên Cinêvê dirust bike.
Wezareta derve ya Firensa dilxweşiya xwe li ser vê yekê da xuyakirin û pîrozbahî li serokê şanda opozisyonê Nesir Herîrî kir.
Opozisyona Sûriyê berî çend rojan li Riyada paytexta Siûdiyê kongirek lidar xist û têde şandeke yekgirtî ji bo danûstandinên Cinêv hat pêkanîn.