Rûsya: Me welatiyên sivîl li Dêra Zorê nekirine armanc
Rêxistiyeke mirovî: Di encama bordûmankirina firokeyên Rûsî de li ser gundê El-Şeife li gundewarên Dêra Zorê, 53 welatî hatin kuştin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezareta berevaniya Rûsî di daxuyaniyekê de ragihand, ku firokeyên wê yên cengî gundê El-Şeife li gunderwarên Dêra Zorê mûşekbaran nekirine û ew nûçe red kir, ku welatiyên sivîl ketine ber êrîşên firokeyên Rûsî de.
Wezareta berevanya Rûsî di daxuyaniya xwe de tekez kir, ku firokeyên wê cihên sivîlan bordûman nakin û tenê êrîşî girûpên terorîst dikin.
Berî niha çavdêrgeha Sûrî ya mafên mirovan ragihandibû, ku di encama bordûmankirina firokeyên Rûsî de li ser gundê El-Şeife li gundewarên Dêra Zorê, 53 welatî hatin kuştin.