Fermandeyekî hevpeymana navdewletî: Em ji Iraq venakişin

Stephen Townsend: "Heya niha jî DAIŞ gefê li ser rewşa Iraqê çêdike, lewra wê hêzên me li Iraqê bimînin heya rewşa vî welatî bi temamî aram bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandeyê hêzên hevpeymanya navdewletî ya li dijî DAIŞê Stephen Townsend ragihand, ku hêzên wan wê li Iraqê bimînin, heya rewşa wî welatî aram bibe.

Stephen Townsend got: "97% Ji axa Iraqê ji bin destê DAIŞê hatiye derxistin, lê heya niha jî DAIŞ gefê li ser rewşa Iraqê çêdike lewra wê hêzên me li Iraqê bimînin heya rewşa vî welatî bi temamî aram bibe."

Townsend diyar kir, ku pirsa zêdekirina hejmara hêzên wan, tenê bi razîbûna hikûmeta Iraqê dibe.