Teqîneke xwekujî li Bexdayê çêbû

Li gorî amarên destpêkî 12 kes hatine kuştin û bêtirî 30 kesên din jî birîndar bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Medya Iraqî belav kir, îşev ji encama teqîneke xwekujî bi dehan kes bûne qurbanî.

Li gorî zanyariyên destpêkî teqîn xwekujî bû û li navçeya Nehrewan ya başûrê rojhilatê Bexdayê çêbûye.

Derbarê ziyanan li gorî amarên destpêkî 12 kes hatine kuştin û bêtirî 30 kesên din jî birîndar bûne.

Ev teqîn didemekê de ye, hefteya derbasbûyî hêzên emnî yên Iraqê serketina yekcarî li ser DAIŞê ragihandibûn.