Hejmara kuştî û birîndarên teqîna duh ya Bexdayê bilind bû

Hejmara qurbaniyên teqîna şevê din li navçeya Nehrewan li başûrê rojhilatê Bexdayê ji bo 17 kuştî û 28 birîndaran bilind bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji polîsên Bexdayê ragihand, hejmara qurbaniyên teqîna şevê din li navçeya Nehrewan li başûrê rojhilatê Bexdayê ji bo 17 kuştî û 28 birîndaran bilind bûye.

Hevdem qedexeya çûnûhatinê li wê navçeyê hat ragihandin û girûpa DAIŞê berpirsatiya xwe li ser encamdana wê teqînê ragihand.

Şevê din wezareta navxwe ya Iraqê belav kir, ku li navçeya Nehrewan ya Bexdayê, du xwekujan xwe di nav xelkê de teqandin û bi dehan kes bûn qurbanî.