Perlemana Iraqê pirojeyasaya budcey giştî gotûbêj dike
Gotûbêjkirina pirojeya budceya sala 2018an, wê 10 rojan di nav Perlemana Iraqê de dirêj bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Biryar e îro Perlemana Iraqê civînekê ji bo gotûbêjkirina pirojeyasaya budceya sala 2018an ya Iraqê lidar bixe.
Berî niha pirojeyasaya budceyê gihiştibû destê Perleman, lê ji bo guhertina çend madeyan, ew pirojeyasa ji bo encûmena wezîran hatibû şandin û çaverê ye îro hikûmet pirojeyasayê radestî Perleman bike.
Gotûbêjkirina pirojeya budceya sala 2018an, wê 10 rojan di nav Perlemana Iraqê de dirêj bike.