Enternasyonala Sosyalîst kiryarên dijî Kurdistanê şermezar kir
Di daxûyaniyê de, Operasyonên serbazî yên artêşa Iraqê û Heşda Şabî tên şermezar kirin û ji hukimeta Iraqê tê xwestin ku, di çareseriya pirsgîrekên xwe ligel herêma Kurdistanê de, rêyên aştiyane û diyalogê bide pêş.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Enternasyonala Sosyalist piştî civîna xwe ya di 25-26ê Mijdarê de li Barselona lidar ketî, daxûyaniya encamî ragihand.
Di beşek ji daxûyaniya xwe de diyar dike: “Enternasyonala Sosyalîst piştgiriya çareseriya pirsgirekên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de li ser bîngeha Destûra Iraqê dike û daxwaza ji hukimeta Iraqê dike, tade û kiryarên xwe yên neyênî li dij Kurdan rawestîne”.
Di daxûyaniyê de, Operasyonên serbazî yên artêşa Iraqê û Heşda Şabî tên şermezar kirin û ji hukimeta Iraqê tê xwestin ku, di çareseriya pirsgîrekên xwe ligel herêma Kurdistanê de, rêyên aştiyane û diyalogê bide pêş.
Herweha ji Bexdayê tê xwestin bêmerc liser mêza danûstandinan rune û daxwaz dike milişyatên Heşda Şabî ji deverên Kurdistanî, derveyî Idareya herêma Kurdistanê, derkeve.