Heşda Şabî dixwaze beşdarî hilbijartinan bibe
Sekreterê Giştî yê Tevgera Bedr a Iraqê û Serfermandarê Milişyatên Heşda Şabî Hadî Amirî, di daxûyaniya xwe ji Firat TV re diyarkir ku, dixwazin ji derveyî Dewleta Yasa bi listeya xwe beşdarî hilbijartinên Iraqê yên meha Gulanê bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Amirî destnîşankir ku, heta niha Hevkariya Niştimanî ya Iraqê kandidê xwe destnîşan nekiriye û ger Malikî nebe kandîd ew amadeye bibe kandidê Hevkariyê.