Kerry: Misir û Israîl xwestin em Îranê bombabaran bikin

Kerry gotiye ku, Serokwezîrê Israilê Netanyahu “Amerika han da ku êrîşî Iranê bike”, heman demê “gelek Şah û Serokdewletên Ereban jî diyarkirin ku, “zimanê ku Iran têdigihe bombabarankirin e”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor rojnameya Haaretz a Israilî, Wezîrê derve yê berê yê Amerikayê John Kerry di panelekê li paytexta Amerikayê Waşingtonê ragihand ku, di dema desthilata Obama de Misir û Israîl gelek hewl dan e ku, Amerika Iranê bombabaran bike.

Kerry gotiye ku, Serokwezîrê Israilê Netanyahu “Amerika han da ku êrîşî Iranê bike”, heman demê “gelek şah û serokdewletên Ereban jî diyarkirin ku, “zimanê ku Iran têdigihe bombabarankirin e”.

Ligor Kerry rêkeftina atomî ya 5+1 ligel Iranê rêkeftinek baş e. Lê ew nizane û nikare pêşbînî jî bike, ka gelo di navbeyna 10-15 salan de Îran dibe xwediyê çekên atomî yan na?