Amirî: Îran dimîne û pêwîst e Amerîka derkeve
Sekreterê giştî yê rêxistina Bedir û serkirdê di Heşda Şeibî de Hadî Amirî ragihand, heger piştevaniya komara Îslamî ya Îranê nebûye, Bexda diket destê DAIŞê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê giştî yê rêxistina Bedir û serkirdê di Heşda Şeibî de Hadî Amirî ragihand, heger piştevaniya Komara Îslamî ya Îranê nebûye, Bexda diket destê DAIŞê.
Hadî Amirî got: “Îraniyan bi hevahengî ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî wek şêwirmend ligel me dimîne û daxwaz ji leşkerên Amerîka dikin ku ji Iraqê derkevin.”
Hadî Amirî îro di bernameyeke televisyonî de got: “Şerê li dijî DAIŞê, şerê man û nemanê bû. Dema em bi fetweya meceiyeta bilind û bi hêza gel çûn bereyên şer, bi giyanê leşkerî me şer kir. Serkeftin ji sedema wê fetweya mercieytê bersiva gelê Iraqê Iraqê bû, lê dijminan xirabkaran bal kişandin ser hebûna heşda Îranê û merceiyetê, lê rastî şikestinê hatin û Heşda Şeibî di bin fetewaya Seyid Elî Sîstanî yekgirtî dimîne.”
Sekreterê giştî yê rêxistina bedir dibêje: “Herger ne ji piştevaniya komara Îslamî ya Îranê ba, Bexda jî diket destê DAIŞê, Îranî bi hevahengiya ligel serokwezîrê me ligel me dimînin.”
Derbarê biryara Kongressa Amerîkî de, ku çend grûpên Heşda Şeibî bi terorist nasandin, Hadî Amirî got: “Ti nîgeraniya wan ji biryarê nîn e, ji ber ku em şer dikin û bergîriyê li heybeta Iraqê dikin. Ew biryar bi pileya yekem ji bo xizmeta Îsraîlê derkiriye. Em danûstandinê bi wê biryarê didin û distînin, wek ku çawa tiştek nebûye. Pêwîst e Amerîka ji Iraqê derkevin.”