Di 4 mehan de 120 telewizyon ji hotêlan diziye
Ligor nûçeyek di BBC de, li Hindistanê kesekî di nav 4 mehan de 120 telewizyon ji hotêlan diziye, hatiye girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor nûçeyek di BBC de, li Hindistanê kesekî di nav 4 mehan de 120 telewizyon ji hotêlan diziye, hatiye girtin.
Zilamê bi nave Vasudev Nanaiah, bi cilên xwe yên xweşik û pêwendiya xwe ya rêzdar qet bala karmendên hotêlan nekişandiye. Lê piştî lêkolînên polisê herêmê Vasudev Nanaiah ê ku bi baholên mezin ji hotêlan derketiye, gûman lê hatiye kirin û di encama lêkolînan de hatiye girtin.
Niha polis liser kardike, ku bizanibe gelo Vasudev Nanaiah di rûdanên din ên diziyê de cîh girtiye yan na.