"Hizbullaha Lubnanê ti carî ji Iraqê venakişe"

Jêderên emnî: Mana hêzên Hizbullaha Lubnanî û şarezayên wê yên serbazî, li ser fermana Qasim Silêmanî bûye, lewra ew hêz ti carî ji Iraqê dernakevin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li ser fermaneke fermandeyê feyleqa Qudsê ya ser bi Supaya Pasdaran ya Îran ve Qasim Silêmanî û bi hevrêziyê li gel serkirdatiya Heşda Şeibî, Hizbullaha Lubnanê ti carî ji Iraqê venakişe.

Çend jêderekî emnî Iraqî ragihandine: "Hizbullaha Lubnanî xwediya pêgeheke taybet e û piştî rûbrûbûna wê li gel DAIŞê, şarezayên wê hizbê ji bo lêgerînê li pey şaneyên raketî yên DAIŞê, ew ji Iraqê venakişin."

Wan jêderan ji malpera Bexdad News re eşkere kirine, hêzên Hizbullaha Lubnanî, di çarçoveya karkirin li gel Heşda Şeibî, li jêr navnîşana "Lêdana teror û tundrewan" derbasî nav Iraqê bûne û wê li nav Iraqê bimînin.

Herweha wan jêderan zelal kirine, ku, mana hêzên Hizbullaha Lubnanî û şarezayên wê yên serbazî, li ser fermana Qasim Silêmanî bûye, lewra ew hêz ti carî ji Iraqê dernakevin.