Bi vîdyo.. Tevgerên Qasim Silêmanî li devera Meyadîn li Sûriyê bibîne
Silêmanî li nav gellek bereyên şer li nav axa Sûriyê digere û bi zimanê farisî li gel çekdaran diaxive.
K24 - Navenda Nûçeyan
Di girte vîdyoyeke nû de, fermandarê feyleqa Qudsê ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve Qasim Silêmanî derdikeve, dema ku rasterê serperiştiya oprasyoneke serbazî li derdora bajarê Meyadîn yê ser bi parêzgeha Dêra Zorê ve dike.
Di dîmenan de, Silêmanî li nav gellek bereyên şer li nav axa Sûriyê digere û bi zimanê farisî li gel çekdaran diaxive û rênimayan dide wan, herweha cihên metirsîdar jî ji wan re eşkere dike û ji wan dixwaze ku nêzîkî wan cihan nebin.