Pişka Herêma Kurdistan di budceya Iraqê de yekalî nebû ye

Bi sedema nakokiyan li ser diyarkirina budceya Herêma Kurdistan, pirojeyasaya budceya 2018an tevlî bernameya karên Perlemana Iraqê nehat kirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi sedema nakokiyan li ser diyarkirina budceya Herêma Kurdistan, pirojeyasaya budceya 2018an tevlî bernameya karên Perlemana Iraqê nehat kirin.

Rojnameya Qudis ya Erebî belavî kiriye, kêmkirina budceya Herêma Kurdistanê ji 17% bo 12.67% nakokiyên mezin di nav aliyan de çêkiriye û bûye rêgir li pêşya encamdana civîna Perleman ji bo pesendkirina pirojeyasaya budceya 2018an, zêdebarî vê yekê jî, çendîn perlemanteran tekez kirine, ku pirojeyasa gihiştiye destê serokatiya Perleman, lê heya niha tevlî bernameya karên Perleman nehatiye kirin.

Ji aliyekî din ve, parêzgehên ku petrolê berhem tînin, daxwaza zêdekirina budceyên xwe dikin û daxwaza gerentiya bicîkirina mîkanîzma (pêtro dolar) dikin.