Rûsya ji tevahiya hêzên biyanî xwest ku ji Sûriyê vekişin
Lavrov: Encamên Astana yên li ser erdê diyar û erênî ne, lê divê ew yeke nebe sedema dabeşkirina Sûriyê.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand, ku divê hemû alî û di serî de jî Amerîka pabend bin bi lihevkirinên ku çêbûne, ew jî li Sûriyê tenê şerê DAIŞê bê kirin.
Bi gotina Lavrov: "Piştî nemana yekcarî ya DAIŞê li Sûriyê, divê tevahiya hêzên biyanî ku bê razîbûna Şamê derbasî Sûriyê bûne, ji wî welatî derkevin."
Derbarê navçeyên kêmkirina şer li Sûryê Lavrov got: "Encamên Astana yên li ser erdê diyar û erênî ne, lê divê ew yeke nebe sedema dabeşkirina Sûriyê."