Civata ewlehiyê dîsa bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê gotûbêj dike
Di 17 meha derbasbûyî de, karê rêxistina qedexekirina çekên kîmawî li Sûriyê bidawî hat û civata ewlehiyê nekarî dema karê wê dirêj bike
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê niha yê civata ewlehiya navdewletî Koro Pîşo ragihand, di vê mehê de wê pira bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê careke din bê gotûbêjkirin, ew jî bi hêviya ku karibin biryareke navdewletî berî dawîbûna vê salê bistînin.
Di 17 meha derbasbûyî de, karê mîkanîzma hevbeş ya Netewên Yekgirtî û rêxistina qedexekirina çekên kîmawî bidawî hat û civaka navdewletî bi sedema nakokiyên di navbera çend welatên rojava û Rûsya de, nekarîn dema karê tîmên ser bi Netewên Yekgirtî ve dirêj bike.